Ehmed Şera derbarê Newroz, nasname û zimanê Kurdî de biryarnameyek îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, îro 16ê Çileyê biryarnameyeke dîrokî ya bi hejmara (13) a sala 2026an derxist. Di biryarnameyê de Kurd wekî beşeke sereke û resen ê gelê Sûriyeyê hatin pênasekirin û mafên wan ên çandî, zimanî û sivîl hatin nasîn.

Ehmed Şera di biryarnameya xwe de tekez kir ku nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan, beşeke bingehîn a nasnameya niştimanî ya Sûriyeya yekbûyî û pirreng e.

Xalên herî girîng ên biryarnameyê ev in:

1. Naskirina Nasnameyê: Kurdên Sûriyeyê beşeke resen û sereke ne ji gelê Sûriyeyê. Nasname û zimanê wan beşeke jêneveqetî ya nasnameya niştimanî ye.

2. Zimanê Kurdî û Perwerde: Zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hat qebûlkirin. Li gorî biryarê, li herêmên ku rêjeya Kurdan lê berçav e, di dibistanên hikûmetî û yên taybet de mafê perwerdehiya zimanê Kurdî wekî dersên bijarte yan jî çalakiyên çandî hat dayîn.

3. Çareserkirina Pirsa Nasnameyê (Serjimêriya 1962an): Hemû qanûn û rêkarên awarte yên ku ji serjimêriya sala 1962an a parêzgeha Hesekê derketibûn, hatin betalkirin. Li gorî vê, mafê hemwelatiya Sûriyeyê ji bo hemû Kurdên li ser xaka Sûriyeyê dijîn, bi taybetî ji bo "Maktûmên Qeydê", hat nasîn û di maf û erkan de bi hemû hemwelatiyan re bûn wekhev.

4. Newroz Bû Cejna Niştimanî: Roja 21ê Adarê, Cejna Newrozê, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê wekî "bêhnvedana fermî" ya bi mûçe û wekî cejneke niştimanî ya sembola bihar û biratiyê hat ragihandin.

Madeyên Biryarnameyê wiha ne:

Madeya (1): Hemwelatiyên Kurd ên Sûriyeyê wekî beşeke bingehîn û resen a gelê Sûriyeyê têne hejmartin. Nasnameya wan a çandî û zimanî, parçeyekî jêneveqet ê nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê ye ku nasnameyeke pirreng û yekgirtî ye.

Madeya (2): Dewlet pabendî parastina pirrengiya çandî û zimanî dibe; di çarçoveya serweriya niştimanî de, mafê hemwelatiyên Kurd ê vejandina mîras, huner û pêşxistina zimanê wan ê dayikê garantî dike.

Madeya (3): Zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê qebûlkirin. Li nava dibistanên dewletê û yên taybet, li wan herêmên ku rêjeya nifûsa Kurdan lê berçav e, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî wekî dersên bijarte yan jî wekî çalakiyeke perwerdehiyê ya çandî were hînkirin.

Madeya (4): Hemû qanûn û rêkarên awarte yên ku ji encama serjimêriya sala 1962an a parêzgeha Hesekê derketibûn, têne hilweşandin. Mafê hemwelatiya Sûriyeyê ji bo hemû kesên bi eslê xwe Kurd ên ku li ser xaka Sûriyeyê dijîn tê dayîn (di nav de "Maktûmên Qeydê" jî hene) û di warê maf û erkan de bi temamî wekhev dibin.

Madeya (5): Cejna “Newrozê” (21ê Adarê), wekî cejneke niştimanî ku sembola bihar û biratiyê ye, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê dibe betlaneya fermî ya bi mûçe.

Madeya (6): Saziyên dewletê yên ragihandin û perwerdehiyê neçar in ku gotareke niştimanî ya tevgir bimeşînin. Her cure cudakarî yan dûrxistina li ser bingeha nijad û ziman bi qanûnî qedexe ye; her kesê ku fitneya neteweperestiyê sor bike, li gorî qanûnên di meriyetê de tê cezakirin.

Madeya (7): Wezaret û aliyên peywendîdar, her yek li gorî qada xwe, berpirsiyar in ku rênimayîn pêwîst ji bo cîbicîkirina xalên vê biryarnameyê derxin.

Madeya (8): Ev biryarname di Rojnameya Fermî de tê weşandin û ji dîroka derketina xwe ve dikeve warê cibicîkirinê.