Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê ne

Mezlûm Ebdî û Tom Barrack
Mezlûm Ebdî û Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li paytexta Herêma Kurdistanê dicivin û li ser aloziyên Sûriyeyê û peymana 10ê Adarê danûstandinan dikin.

Çavkaniyekê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack gihîştin Hewlêrê.

Biryar e ku Tom Barrack û Mezlûm Ebdî îro (Şemî, 17.01.2026) li ser peymana 10ê Adara 2025ê ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de nîqaş bikin; şerê vê dawiyê yê li her du taxên Kurdan ên Helebê û çend mijarên din ên girîng nîqaş bikin.

Ev civîn di demekê de ye ku, aloziyên di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de di dema borî de zêde bûne, xasma jî ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê pevçûnên giran qewimîn û bûn sedema kuştina bi dehan welatiyên Kurd û awarebûna bi hezaran welatiyên din ên Kurd.

Ev alozî li ser peymana 10ê Adarê ya sala borî bûne gef. Ew peyman di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, da ku dezgehên Rêveberiya Xweser bi dezgehên dewleta Sûriyeyê re bên tevlihevkirin.

Ew çavkanî dibêjin ku, civîna Hewlêrê parek ji bizavên dîplomatîk ên Amerîkayê ji bo aramkirina rewşê û parastina aramiya deverê ye. Herwesa Nûnera Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed jî got ku, Waşintonê bêdengiya xwe şikandiye û helwesta xwe li hember Şamê guhertiye.