Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî piştî demeka kêm bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re dicive.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Hoşmend Sadiq got: Serok Barzanî piştî nîvroya îro (Şemî, 17.01.2026) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re dicive.

Tê çaverêkirin ku di wê civînê de, peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawiyê yên deverê bên nîqaşkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, Serok Barzanî berî nîvroya îro pêşwaziya Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Di dema amadekirina vê nûçeyê de, Bargayê Barzanî ragihandina civîna Serok Barzanî û Tom Barrack belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack li serê sibeha îro (Şemî, 17.01.2026) gihîştin Hewlêrê û biryar e li ser aloziyên Sûriyeyê û peymana 10ê Adarê danûstandinan dikin.

Piştî hilweşîna rejîma Esed di Berçileya 2024ê de, Serok Mesûd Barzanî gelek pêngavên girîng û stratejîk ji bo parastina maf û  destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê avêtine. Serok Barzanî berdewam welat piştrast kirine ku, Kurd li Sûriyeyê li ser cîranên xwe nabe gef lê di eynî demê de divê mafên wan ên neteweyî parastî bin.

Herwesa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê re civiyaye.