Fewzî Herîrî: Serok Barzanî bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam dixebite

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku, Serok Barzanî her tim bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê re li ser xetê ye da ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro (Şemî, 17.01.2026) li ser serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack ji bo Hewlêrê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Hoşmend Sadiq re axivî.

Fewzî Herîrî ragihand: Serok Barzanî her tim bi Mezlûm Ebdî, Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê re li ser xetê bû da ku aloziyan kêm bike û Kurdên Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Navbirî herwesa got: Heke Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Iraqê Mark Savaya li Herêma Kurdistanê be, dê roleka bibandor ji bo nêzîkkirina nêrînên cuda yên li ser Sûriyeyê û avêtina pêngavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rengekê aştiyane bilîze.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack li serê sibeha îro (Şemî, 17.01.2026) gihîştin Hewlêrê û biryar e li ser aloziyên Sûriyeyê û peymana 10ê Adarê danûstandinan dikin.

Ev civîn di demekê de ye ku, aloziyên di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de di dema borî de zêde bûne, xasma jî ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê pevçûnên giran qewimîn û bûn sedema kuştina bi dehan welatiyên Kurd û awarebûna bi hezaran welatiyên din ên Kurd.

Ev alozî li ser peymana 10ê Adarê ya sala borî bûne gef. Ew peyman di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, da ku dezgehên Rêveberiya Xweser bi dezgehên dewleta Sûriyeyê re bên tevlihevkirin.

Ew çavkanî dibêjin ku, civîna Hewlêrê parek ji bizavên dîplomatîk ên Amerîkayê ji bo aramkirina rewşê û parastina aramiya deverê ye. Herwesa Nûnera Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed jî got ku, Waşintonê bêdengiya xwe şikandiye û helwesta xwe li hember Şamê guhertiye.