Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî û Tom Barrack re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî dê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê re bicive û dê pê re çend mijarên girîng nîqaş bike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Hoşmend Sadiq got ku, civîneka sêalî piştî nîvroya îro (Şemî, 17.01.2026) li Pîrmamê di navbera Serok Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump li Sûriyeyê Tom Barrack de tê lidarxistin.

Tê payîn ku, di wê civînê de çend mijarên girîng bên nîqaşkirin, yên herî girîng jî bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê û şerê vê dawiyê yê li her du taxên Kurdan ên Helebê ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack li serê sibeha îro (Şemî, 17.01.2026) gihîştin Hewlêrê.

Piştî hilweşîna rejîma Esed di Berçileya 2024ê de, Serok Mesûd Barzanî gelek pêngavên girîng û stratejîk ji bo parastina maf û  destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê avêtine. Serok Barzanî berdewam welat piştrast kirine ku, Kurd li Sûriyeyê li ser cîranên xwe nabe gef lê di eynî demê de divê mafên wan ên neteweyî parastî bin.

Herwesa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê re civiyaye.