Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Çileyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, bingeha avakirina Sûriyeyeke nû û mîsogerkirina mafên hemû welatiyan e.

"Divê ev maf di destûrê de werin çespandin"

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser giringiya pirrengiyê û diyar kir, rêzgirtina li cudahiyan ne sedema dabeşbûnê, lê çavkaniya hêz û aramiya niştimanî ye. Herwiha tekez kir, nirxa bingehîn a vê mersûmê di bicihbirina wê de ye û wiha got:

"Ji bo ku ev biryar mayînde bin, divê bibin yasayên kirdarî û di destûra dahatû ya Sûriyeyê de werin çespandin. Em piştgiriya her hewldanekê dikin ku dewletekê li Sûriyeyê ava bike ku hemû pêkhateyan bêyî cudahî di hembêza xwe de bigire û mafên wan ên siyasî û çandî biparêze."

Banga ji bo diyalog û hevkariyê

Serokê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyên li Sûriyeyê kir ku dûrî tundûtûjiyê bi hev re kar bikin, da ku mekanîzmayên zelal ji bo bicihbirina vê mersûmê werin danîn û ev biryar derbasî qada siyaseta pratîk bibin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Nêçîrvan Barzanî careke din amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ji bo mîsogerkirina aştî û aramiya li herêmê, ew ji bo her cure hevkariyê amade ne.