Mesrûr Barzanî û Tom Barrack tekezî li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Çileyê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack civiya.
Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, guftûgo li ser rewşa giştî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û peywendiyên bi welatên cîran re hatin kirin.
Herwiha di civînê de, tekezî li ser giringiya çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û rêzgirtin li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.