Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata nivîskar Xelat Omer kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya nivîskar û ronakbîrê navdar ê Kurdistanê Xelat Omer, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe ji bo jidestdana ronakbîr Xelat Omer anî ziman û diyar kir ku ew hevparê xema malbat û dostên wî ye.
Di peyama Serokwezîr de wiha hat gotin:
"Ji ber wexera dawî ya nivîskar û ronakbîrê navdar ê Kurdistanê Xelat Omer; ez sersaxî û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat, kesûkar û dostên wî dikim û hevparê xema wan im. Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilsaxiyê bide hemûyan."
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê