Li Suweydayê li dijî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê wenîşandan e
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan kes ji şêniyên bajarê Suweydayê li Meydana Keremeyê ya navenda wî bajarî kom bûn, da ku piştgiriya xwe ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê nîşan bidin û operasyonên leşkerî yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê li rojhilatê Helebê red bikin.
Kesên tevlîbûyî hin drûşm bilind kirin ku tê de dilsoziya gelê Suweydayê ji bo Kurdan tekez dikir. Herwesa di nav wê xwenîşandanê de alayên Kurdistanê, pêkhateya Durziyan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hev re hatin bilindkirin, wekî nîşanekê ji bo yekrêziyê li dijî êrîşan.
Silêman Şêx, ku çalakvanek û yek ji tevlîbûyîyên wê xwenîşandanê bû, ji Ajansa Şefaq Newsê re got: Em îro li vê derê kom bûne da ku piştgiriya xwe ji bo mafên gelê Kurd tekez bikin û êrîşên leşkerî yên ku niha li dijî Kurdan tên kirin red bikin.
Navbirî herwesa ragihand: Tiştê ku îro Kurd rû bi rû dibin wekî wan nexweşiyan e yên ku pêştir Suweydayê û deverên din ên Sûriyeyê di warê armanckirina sivîlan li ser bingeha neteweyî de dîtine.
Wî çalakvanî amaje jî da: Bêdengiya li ser van binpêkirinan rêyê xweş dike ku ew li dijî her pêkhateyeka din a Sûriyeyê dubare bibin.
Çalakvanê navbirî daxwaza rawestandina tavilê ya operasyonên leşkerî û lêgerîna çareseriyeka siyasî ya dadperwerane kir, ku mafên hemî pêkhateyan garantî bike. Tekez jî kir ku, hevdengiya di navbera Sûriyeyîyan de yekane rêya rûbirûbûna tundûtûjiyê ye.
Ev xwenîşandan di demekê de ye ku, hêzên hikûmeta Sûriyê li ser pêşveçûnên xwe ber bi deverên di bin kontrola HSDê de li rojhilatê Helebê berdewam in. Artêşa Erebî ya Sûriyê ragihandiye ku ew çûne nav bajarê stratejîk ê Tebqayê li ber lêva Çemê Firatê, lê hêzên HSDê tekez dikin ku ew bajar hîn jî di bin kontrola wan de ye.