Reuters: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê zeviyên petrol û gazê yên Omer û Konîkoyê kontrol kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî nûçeyeka ajansa Reutersê, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê îro (Yekşem, 18.01.2026) zeviya petrolê ya Omerê û zeviya gazê ya Konîkoyê kontrol kirine.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan belav kiriye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê zeviya petrolê ya Omerê û zeviya gazê ya Konîkoyê li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê kontrol kirine.

Herwesa Parêzgarê Dêrazorê jî rawestandina dewama fermî ragihand û ji welatiyan xwest ku li malên xwe bimînin û dernekevin, heke ji bo karekê gelek pêdivî nebe.

Ji aliyekê din ve jî medyaya Sûriyeyê nûçeya kontrolkirina zeviya petrolê ya Omerê û zeviya gazê ya Konîkoyê ragihand, herwesa artêş li gundên Zîbanê û derdora Dêrazorê jî hatiye belavkirin.

Ev jî di demekeê de ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.

Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan duhî (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her duhî di ragihandinekê de eşkere kir ku, li devera Debsî Efnanê şer çê bûye. HSDê herwesa got: Ev êrîşeka zordarane bû ji ber ku li gorî peymanê agirbest hebû û destûra 48 saetan ji bo vekişîna hêzên me ji Dêr Hafir û Meskeneyê hebû.

Li gorî wê daxuyaniyê, berî ku dema wê vekişînê biqede, Hikûmeta Şamê karwanên leşkerî û tank birine wê deverê û êrîş kiriye ser hêzên wan.

HSD aliyên navneteweyî yên ku çavdêriya wê peymanê kiriye wekî berpirsyarên rijandina wê xwînê dibîne, herwesa banga desttêwerdana bilez ji bo rawestandina êrîşên Şamê dike, berî ku rewş ji kontrolê derkeve.