Wezaretê Berevaniyê ya Iraqê: Em bi hêzên Pêşmergeyan re rûbirûyî terorê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku, wan ji bo parastina sînoran hevahengiyeka xurt bi Pêşmergeyan re heye.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro (Yekşem, 18.01.202) di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê ragihand: Me di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyan de hevahengiyeka baş ji bo çavdêrîkirina sînoran heye.

Wezareta navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku, ew bi Pêşmergeyan re bi hev re rewşê ji nêz ve dişopînin û rûbirûyî her gefeka terorê dibin.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di derheqa rewşa sînorên Sûriyeyê de jî amaje da: Heta niha tu binpêkirin nehatine tomarkirin, tevî wê yekê jî bizavên ji bo xurtkirina hevahengiyê bi aliyê Sûriyeyî re ji bo parastina tenahiya deverê berdewam in.

Ev jî di demekê de ye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê di çend rojên borî de bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir û piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan ew her du tax kontrol kirin.

Piştî kontrolkirina wan her du taxan, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê berê çekdarên xwe da Dêr Hafirê û Meskeneyê. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.

Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan duhî (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.