HSD: Zêdetirî 100 hezar çekdaran bo êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand: Planeka berfireh ji bo êrîşkirina li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê di rêzê de ye û zêdetir ji 100 hezar çekdaran hatine komkirin.
Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî eşkere kir: Hikûmeta demkî hêzên xwe li derdora bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav kirine û israr dike ku çarçoveya êrîşên xwe berfireh bike.
Ferhad Şamî herwesa got: Niha zêdetir ji 100 hezar çekdarên kirêgirtî, ku ji çekdarên girêdayî hikûmeta demkî, kirêgirtiyên din û çekdarên DAIŞê pêk hatine, êrîşî deverê dikin. Amaje jî da ku, hêzên HSDê nesekinîne û bi dehan karwanên leşkerî yên wan çekdaran kirine armanc.
Navbirî di pareka din a gotinên xwe de rexne li helwesta civaka navneteweyî li ser parastina girtîgehan kir û ragihand: Hêzên navneteweyî berpirsiyariya êrîşên li ser girtîgehên DAIŞê wernagirin.
Ev yek jî li ser dubare serhildana wê rêkxistinê dibe metirsî. Ev jî di demekê de ye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê di çend rojên borî de bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir û piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan ew her du tax kontrol kirin.
Piştî kontrolkirina wan her du taxan, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê berê çekdarên xwe da Dêr Hafirê û Meskeneyê. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.
Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.
Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan duhî (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.