Serok Barzanî: Divê mafê Kurdan li Sûriyeyê garantiya destûrî hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Yekşem, 18.01.2026) li ser wan şer û aloziyên ku di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hene ragihand: Em hêvîdar in hemû alî vegerin lihevkirinên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramiya di navbera aliyên Sûriyê de hatibûn çêkirin.

Peyama Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Derbarê pêşketin û guhertinên dawî yên Sûriyê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, doh me civîneke hevbeş a girîng bi Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Karûbarên Sûriyê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û Serokê ENKSê re hebû.

Em hêvîdar in di zûtirîn demê de ev şer û alozî û gengeşeyên ku niha di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hene, rawestin û hemû alî vegerin lihevkirinên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramiya di navbera aliyên Sûriyê de hatibûn çêkirin. Herwiha em derketina biryarnameya Serokê Sûriyê derbarê mafên Kurdan de wekî gaveke erênî û di rêya rast de dibînin û em hêvîdar in ku bibe bingehek ji bo ku bi razîbûna aliyên peywendîdar dewlemendtir bibe û bi awayekî yasayî û destûrî, garantîya mafên gelê Kurd li ser bingehê wê bê avakirin.

 

Mesûd Barzanî

18.01.2026