HSD: Me li derdora Bendava Tişrînê gurzeka kujek li Artêşa Erebî ya Sûriyeyê da

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragehandinê ya HSDê ragihand ku, di hejmareka çalakiyên hevpar de bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re li derdora Bendava Tişrînê tankek û cihekê leşkerî yê Artêşa Erebî ya Sûriyeyê wêran kirin, di encamê de hejmareka kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Ragehandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Yekşem, 18.01.2026) belav kir ku, hêzên wan bi hevparî bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re hejmareka operasyonên serketî li dijî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li derdora Bendava Tişrînê pêk aniye.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew operasyon bi vî rengî bûn; hêzên HSDê li derdora Girê Sîrêtêlê li nêzîkî Bendava Tişrînê kombûneka çekdarên wan kiriye armanc ku xwe ji bo êrîşê amade dikir, di encamê de tankeka çekdaran bi temamî hat wêrankirin.

HSDê herwesa amaje jî da ku, her li wê deverê bi rêya dronan gurzeka berfireh û bibandor li nîvê kombûneka çekdaran da û bû sedema teqîneka mezin.

Her di wê daxuyaniya de hatiye gotin ku, hêzên HSDê li gundê Hecî Hisênê yê girêdayî Bendava Tişrînê bingeheka leşkerî û xaleka binecihbûna çekdarên wan wêran kiriye.

HSDê tekez jî kir ku, di encama wan çalakiyên de hejmareka çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin, zêdebarî wêrankirina bi temamî ya tankekê û wêrankirin pêgehekê wan ê leşkerî jî.