Ehmed Şera: Ez sibe bi Mezlûm Ebdî re dicivim
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Ehmed Şera, nexşerêya vegera serweriya dewletê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere kir û ragihand, dewlet wê rêveberiya hemû xaka Sûriyê bike.
Serokê Sûriyê Ehmed Şera îro 18ê Çileya 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de li ser pêşeroja peywendiyên bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re daxuyaniyên girîng dan.
Ehmed Şera diyar kir, biryar bû îro ew bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî re bicive, lê hevdîtin ji bo demekê hat paşxistin. Şera got: "Lê ji ber xirabiya rewşa keşûhewayê û astengiyên çûnûhatinê, civîn ji bo sibê hat paşxistin."
Di derbarê çareserkirina kêşeyên navxweyî de, Serokê Sûriyê destnîşan kir ku nêzîkatiyeke erênî heye û got: "Hemû dosyayên hilawistî û nakokiyên di navbera hikûmet û Hêzên Sûriya Demokratîk de wê werin çareserkirin."
Ehmed Şera ragihand ku amadekarî têne kirin daku serweriya qanûnî li seranserî welat pêk were. Şera piştrast kir ku saziyên fermî yên dewletê wê vegerin parêzgehên Dêrezor, Reqa û Hesekê û dest bi erkên xwe yên asayî bikin.