Xalên lihevkirina di navbera Şamê û HSD’ê de aşkere bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser nexşerêyeke giştgir a siyasî û leşkerî li hev kirin. Rêkeftin ji agirbestê heta tevlîkirina hêzan û radestkirina kêlgeyên petrolê gelek xalên stratejîk dihewîne.
Hat ragihandina ku hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gihîştine lihevkirineke giştî ku nexşeya siyasî û leşkerî ya Rojhilatê Firatê ji nû ve ava dike. Ev rêkeftin ji 12 xalên sereke pêk tê û sê dosyayan (leşkerî, rêveberî û aborî) lixwe digire.
Hûrguliyên rêkeftinê bi vî awayî ne:
Yekem: Dosyaya Leşkerî û Ewlehiyê
- Agirbesta Giştî: Li seranserî eniyên şer û xalên rûbirûbûna di navbera artêşa Sûriyê û HSD’ê de agirbesteke tavilê û giştî hat ragihandin.
- Tevlîkirina Hêzan (Entegrasyon): Hemû hêzên HSD’ê derbasî ser peykerê (sazûman) Wezareta Parastinê ya Sûriyê dibin. Ev pêvajo wê bi awayekî "takekesî" û piştî lêkolîneke (wurdibînî) ewlehiyê pêk were. Di vê xalê de parastina taybetmendiya herêmên Kurdî hat garantîkirin.
- Dosyaya Kobanê: Çekên giran ji bajarê Kobanê tên derxistin. Ji bo ewlehiya bajêr, hêzeke ewlehiyê ya herêmî ya ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyê ve tê avakirin.
- Derxistina PKK’ê: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû endam û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji axa Sûriyê derxînin.
- Şerê Dijî DAIŞ’ê: Dewleta Sûriyê pabend dibe ku erkê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê berdewam bike.
Duyem: Dosyaya Îdarî û Rêveberiyê
- Radestkirina Herêman: Her du parêzgehên Dêrezor û Reqayê (çi di warê îdarî çi jî leşkerî de) tavilê radestî hikûmeta Sûriyê tên kirin.
- Saziyên Hesekê: Hemû saziyên sivîl ên parêzgeha Hesekê bi saziyên dewleta Sûriyê re tên yekkirin.
- Tayînkirina Parêzgar: Bi biryarnameyeke serokatiyê, parêzgarekî nû ji bo parêzgeha Hesekê tê destnîşankirin.
- Damerzirandin: Lîsteya navên berbijêrên HSD’ê tê pesendkirin da ku di post û pileyên cuda yên dewleta Sûriyê de werin tayînkirin.
Sêyem: Dosyaya Aborî û Mirovî
- Çavkaniyên Enerjiyê: Hemû kêlgeyên petrolê bi temamî radestî hikûmeta Sûriyê tên kirin.
- Girtiyên DAIŞ’ê: Dosyaya birêvebirina girtîgehan û kampên malbatên DAIŞ’ê derbasî bin desthilata hikûmeta Sûriyê dibe.
- Vegera Penaberan: Ji bo vegera koçber û awareyan bo herêma Efrînê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê, lihevkirin û amadekarî tên kirin.
Tê çaverêkirin ku ev rêkeftin di demeke nêz de bikeve ware cibicîkirinê û bibe destpêka qonaxeke nû di dîroka Sûriyê de.