Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê: Agirbest ket ware cibicîkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, di çarçoveya rêkeftina nû ya di navbera Şam û HSD’ê de, bi fermî rawestandina şer û agirbesteke giştî li hemû eniyan ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, îro 18ê Çileya 2026an di daxuyaniyeke fermî de hûrgiliyên rêkarên leşkerî yên piştî rêkeftina Serokatiya Komarê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) belav kirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, li ser bingeha rêkeftina di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî de, agirbest li hemû eniyan û rawestandina hemû operasyonên leşkerî li seranserî welat ketiye warê cîbicîkirinê.

Wezareta Berevaniyê destnîşan kir, armanca vê gava stratejîk amadekirina zemînê ye ji bo, vekirina rêyên ewle da ku şêniyên herêmên şer vegerin ser mal û milkên xwe. Herwiha amadekirina şert û mercan ji bo vegera saziyên dewletê, da ku dest bi xizmetguzariyên giştî bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Wezareta Berevaniyê bang li hemû yekîneyên artêşê kir û got: "Em bang li leşkerên Artêşa Sûriyeyê dikin ku di asteke bilind a bawerî û berpirsiyariyê de bin. Erkê we yê sereke parastina can û malê welatiyan, dabînkirina aramiyê û parastina ewlehiya welat e."