Amerîka piştgiriya rêkeftina Şam û HSD’ê dike: “Ev werçerxaneke dîrokî ye”

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê, pêşwazî li agirbesta navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD’ê kir û ragihand, ev gav dawî li dabeşbûnê tîne û destpêka avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ye.

Şandeyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê, Tom Barrack îro 18ê Çileyê li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) daxuyaniyek belav kir û tê de pesnê hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da ji bo hewildanên wan ên "avaker" ku gihîştine agirbestê.

Barrack destnîşan kir, ev rêkeftin ji bo Sûriyeyê "xaleke werçerxanê ya girîng e" û got: "Yên ku berê li dijî hev bûn, niha li şûna dabeşbûnê, hevkariyê hildibijêrin. Ev gav rê li ber diyalog û koordînasyona ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û giştgir vedike."

Şandeyê Amerîkayê bal kişand ser pêgeha Kurdan û tekez kir ku "Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ne." Barack diyar kir ku Amerîka bi hêvî li tevlîbûna HSD’ê di nav saziyên dewletê de dinêre, ku HSD hevkarekî Amerîkayê ye di şerê li dijî DAIŞ’ê de.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Amerîka di her qonaxê de piştgiriya vê pêvajoyê dike da ku berjewendiyên asayîşa neteweyî û ji navbirina bermayiyên DAIŞ’ê bên parastin. Barack got: "Ev pêvajo di heman demê de beşek ji plana wêrek a Serok Donald Trump e, ya ji bo dabînkirina aştiyê li Rojhilata Navîn."

Şandeyê taybet destnîşan kir, xebata herî giran a ji bo diyarkirina hûrgiliyên "rêkeftina giştgir a entegrasyonê" niha dest pê dike. Herwiha ragihand ku armanc ew e ku maf û berjewendiyên hemû welatiyan di nav Sûriyeyeke yekgirtî de were parastin û yekîtiya neteweyî were xurtkirin.