HSDê pênc êrîşên Şamê li başûrê Kobaniyê şkandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) karî hejamreka êrîşên dijwar ên komên çekdar ên girêdayî Şamê li derdora bajarkê Sirînê li başûrê Kobaniyê bişkînin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkere kir ku, piştî pevçûnên rasterast ku heta niha jî li deverê berdewam in, zirarên gelek mezin gihîştine êrîşkeran.

Li gorî amarên fermî yên ku îro (Sêşem, 20.01.2026) hatine weşandin, di van pevçûnan de, 7 timbêlên leşkerî yên komên êrîşker bi tevahî hatine wêrankirin û 4 timbêlên zirxî yên din jî rasterast zirar dîtin û ji kar ketin. Herwesa şervanên HSD û YPJê kariye 4 dronanên êrîşkeran li asmanê deverê bixin xwarê, ev jî wekî bersiveka tund ji bo wan 5 êrîşên li pey hev ên ku li ser gundê Sirînê hatine kirin.

Ev pêşketina leşkerî di demekê de ye ku deverên derdora Kobaniyê û başûrê wî bajarî rûbirûyî zexteka zêde ya komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê bûne. HSDê tekez kir ku hêzên wê bi hevahengî bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re bi tevahî di amadebaşiyeka zêde de ne ku li hember her bizaveka dagirkeriyê bisekinin û gotiye ku parastina aramiya deverê û rêgirtina li êrîşan serpişka karên wan e.

Devera Srînê, ku li başûrê bajarê Kobaniyê ye, ji ber cihê xwe yê erdnîgarî xwedî girîngiyeka stratejîk e û di çend rojên borî de gelek caran rastî êrîşên milîsan hatiye, lê heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kariye xetên berevaniyê biparêzin û rêyê li ber her pêşveçûneke meydanî ya êrîşkeran bigirin.