Umêd Xoşnaw: Heta niha nêzî 200 dronan li asmanê Hewlêrê hatine şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ragihand, heta niha nêzî 200 dron ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin, lê hemû ji aliyê sîstemên berevaniyê yên hêzên Hevpeymanan ve hatine xistin.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw îro 11ê Adarê ji malpera Kurdistan24ê re bîlançoya êrîşên dironî yên li ser paytexta Herêma Kurdistanê eşkere kir û got, heta niha nêzîkî 200 dronan ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin.
Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, ti dron negihîştiye armanca xwe û got: "Ew dronên ku Hewlêr armanc girtine, hemû ji aliyê sîstemên dije-mûşekî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine têkbirin û xistin xwarê."
Li gorî zanyariyan, şeva borî jî hejmarek dronên bombekirî careke din asmanê li Hewlêrê ji aliyê sîstemên berevaniya asmanî yên Hevpeymanan ve hatin têkbirin.