ENKS hişyarî da: Zimanê çekan nabe alternatîfa çareseriya siyasî
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), derbarê rageşiya leşkerî ya li derdora bajarê Hesekê û herêmên Kurdî hişyarî da û nîgeraniya xwe yên kûr li hemberî rewşa leşkerî ya li derdora bajarê Hesekê û herêmên din ên Kurdî anî ziman.
ENKS’ê îro 20’ê Çileyê di daxuyaniyekê diyar kir, ew bi nîgeraniya kûr çavdêriya tevgerên leşkerî yên li herêmê dikin, ku ev yek asayîşa sivîlan dixe xeteriyê û bîranînên tal ên şerê navxweyî zindî dike.
ENKS’ê hişyarî da ku kûrbûna aloziya meydanî dê bandoreke giran li ser jiyana sivîlan û yekparçebûna pêkhateya civakî bike û got: "Zimanê çekan ti carî nabe alternatîfa çareseriya siyasî. Şer û pevçûn nikarin aştiyeke mayînde yan jî mafên misogerkirî peyda bikin."
ENKSê bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin û demildest êrişan rawestînin. Hat tekez kirin jî, parastina rûmeta xelkê herêmê û rêgirtina li veguherandina bajaran bo qadên şer, divê ji bo hemû aliyan bibe "pêşîniya herî mezin."
ENKS’ê destnîşan kir, ti rêkeftin yan jî têgihiştinên li ser siberoja herêmên Kurdî nabe ku tenê bi rehendên leşkerî û ewlehiyê ve girêdayî bin. Hat gotin jî, divê her prose li ser bingeha nexşerêyeke siyasî ya zelal be:
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Divê mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyeke demokratîk û pirreng de werin parastin."
Di beşeke din a daxuyaniyê de, ENKS’ê bang li Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û siyasî pêk bînin, da ku rageşiya leşkerî demildest were rawestandin, sivîl werin parastin, dorpêça li ser bajarê Kobanê were rakirin û av û elektrîk ji bo bajêr werin dabînkirin; her wiha daxwaza amadekirina zemîna ji bo diyalogeke siyasî ya berfireh kir da ku pêşî li xwînrijandineke nû were girtin."
Di dawiyê de, ENKS’ê amadehiya xwe nîşan da ku di her proseya siyasî de roleke çalak bileyize ji bo yekrêziya navxweyî ya Kurdan û mîsogerkirina aştiyeke rasteqîn li herêmê.