Belgefîlmê li ser Xalid Begê Cibrî li Stenbolê hate nûmayîşkirin

Stenbol (K24) – Belgefîlmê Kirasê Ji Agir ku behsa jiyan û têkoşîna Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî dike li Stenbolê hate nûmayîşkirin. Rêxistina Azadî, rêkxerê Serhildana Şêx Seîd e û di belgefîlmê de, pêwendiya vê rêxistinê ji Şêx Ehmedê Barzanî heta Şêx Mehmûdê Berzencî û armanca avakirina Rêxistina Azadî, bi dehan belgeyên navdewletî û bi axaftinên 20 dîroknas û lêkolîneran bi berfirehî tê behskirin. Hejmareke zêde siyasetmedar û kesayetên diyar jî di dema nûmayîşkirinê de amade bûn.

Belgefîlmê Kirasê Ji Agir ku behsa jiyan û têkoşîna Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî dike li Sînemaya Beyogluyê ya Stenbolê hate nûmayîşkirin. Hejmareke mezin siyasetmedar, nivîskar û kesayetên diyar ên Kurd û Tirk bo temaşekirinê amade bûn û beşdarî ew qas zêde bû ku cih di holê de nemabû.

Di belgefîlmê de, derûdora 20 lêkolîner û dîroknas bi gelek belge û arşîvên navdewletî behsa armancên Rêxistina Azadî dikin û gelek şaşiyên nivîsîna dîrokê jî rast dikin.

Derhêner Kerem Tekoglu ji K24ê re got: "Xalid Begê Cibirî alim û feraseta miletbûn û gelbûn û netewebûna miletê Kurd e. Dema ku min xwe berda wê kûrahiya dilê Xalid Begê Cibirî, wek derhênerekî Kurd, wek xortekî Kurd, wek ciwanekî Kurd min ew tişt di wê bîrê de dît."

Kerem Tekoglu her wiha got: "Arşîvên îngilîzan, yên fransizan, yên rûsan me gelekî sûd wergirt. Lê mixabin li Tirkiyeyê, di arşîvxaneya tirkan de me nekarî em yek belgeyekî derxin. Tê de me hinek bi hişê çêkirî (AI) tiştekî nûjen jî çêkiriye ku wêneyekî Xalid Begê Cibirî ji temaşevanan re diaxive. Yanî sed sal şûnda, belkî sed û sê-çar sal şûnda, neviyên Xalid Beg, zarokên Kurd dibînin ku Xalid Beg diaxive."

Belgefilm bi şêwazekî dîrokî, serok û pêşengên Kurdan bo maf û doza xwe çawa têkoşiyane nîşan dide. Bi taybetî beşdariya ciwanan diyar dikir ku di demekê de îro siyaset tevlihev e, divê ew dersekî mezin ji dîroka xwe wergirin.

Belgefîlmê Kirasê Ji Agir dê 20ê Sibatê li Wanê û paşê jî dê li çend welatên Ewropayê were nûmayîşkirin.