Pênc partiyên Tirkmen daxwaza rawestandina êrişên li ser pêkhateya Kurd a li Sûriyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pênc partiyên Tirkmen ên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de nîgeraniya xwe ya kûr li hember êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser herêmên Kurdî nîşan dan û daxwaz kirin ku mafên hemû pêkhateyan werin parastin.
Di peyama aliyên Tirkmen de ku îro 22ê Çileyê hate belavkirin, hat destnîşankirin ku ew bi nîgeraniyên mezin li pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dinêrin. Tirkmenan êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser "pêkhateya resen a Kurd" şermezar kirin û bang li hemû aliyan kirin ku "dan bi xwe de bigirin".
Aliyên Tirkmen tekez kirin ku divê hemû kêşe bi rêya diyalogê werin çareserkirin, bi awayekî ku azadî û mafên hemû pêkhateyan werin parastin. Di peyamê de hat gotin ku pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê sûdê ji "ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê" wergire; bi taybetî di warê dabînkirina mafên zimannasî, çandî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan de.
Pêkhateya Tirkmen daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) kir ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin, da ku êrişên xwe rawestîne. Her wiha daxwaz kirin ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên neteweyî û olî yên hemû pêkhateyan werin misoger kirin.
Partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
1. Partiya Geşepêdana Tirkmen
2. Partiya Demokrat a Tirkmen
3. Partiya Gejeng a Tirkmen – Kerkûk
4. Partiya Rizgariya Neteweyî ya Tirkmen
5. Partiya Yekgirtû ya Tirkmen