Serok Barzanî sersaxî li malbata Şêx Mihemed Şakelî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Çileyê ji ber koça dawî ya kesayetê têkoşer û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Şêx Mihemed Şakelî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe ji bo jidestdana Şêx Mihemed Şakelî anî ziman û sersaxî li malbat, kesûkar û hevalên wî kir.

Naveroka peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrîban,

Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetê têkoşer û diyar ê Kurdistanê û devera Germiyanê, Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Şêx Mihemed Şakelî wergirt.

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Şêx Mihemed Şakelî û hemû dost û nasên wan dikim, xwe bi hevparê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî."