PWK: Wasîyeta Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed rêya me rohnî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 80 saliya damezrandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. PWK’ê diyar kir, ezmûna Komarê û wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çiraya azadiyê ye.

Di daxuyaniya PWK’ê de hat bîranîn ku berî 80 salan, di 22ê Çileya 1946an de, li Meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê hat ragihandin. PWK balê dikişîne ser wê yekê ku di wê roja dîrokî de nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn û ev yek bû çavkaniya serbilindiyê ji bo hemû Kurdên cîhanê.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWK:

Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 80 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin. Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mehkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.

Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 80yemîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.