Serok Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Çileya 2026an, li paytexta Îtalyayê ligel Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Guido Crosetto civiya.
Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto li ser çendîn mijarên giring ên leşkerî, ewlehî û pêşhatên herêmî û cîhanî bîr û rayên xwe parve kirin.
Tê payîn ku di civînê de hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de yên di warê berevaniyê de werin gotubêjkirin.
Ev hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê re, piştî serdana dîrokî ya Serok Barzanî ya bo Dewleta Vatîkanê pêk tê. Serok Mesûd Barzanî duh 21ê Çileyê ji aliyê Qedasetê Papayê Vatîkanê, Papa Leoyê 14’em ve bi germî hatibû pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Papa Leoyê 14’em bixêrhatineke germî ya Serok Barzanî kiriye. Her du aliyan kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê anîn ziman û ev civîn wekî derfeteke giring ji bo pevguhertina bîr û rayan li ser mijarên giring ên herêmî û cîhanî nirxandin.
Di hevdîtina li Vatîkanê de, Serok Barzanî û Papa Leoyê 14’em hêviya xwe nîşan dan ku aştî û aramî li seranserê cîhanê serdest bibe û dawî li azar û nexweşiyên gelan were anîn.
Piştî dawîhatina civînê, wek nîşaneya rêz û dostaniyê, Qedasetê Papa û Serok Barzanî diyarî pêşkêşî hevdu kirin. Serdana Serok Barzanî ya bo Îtalyayê bi hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên wî welatî berdewam dike.