Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Şêx Mihemed Şakelî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya kesayetê nîştimanperwer û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Şêx Mihemed Şakelî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Çileyê di peyama xwe de xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî da malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Şêx Mihemed Şakelî.

Di peyama Serokwezîr de wiha hat gotin:

"Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetê nîştimanperwer ê naskirî yê Kurdistanê û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Mihemed Şakelî wergirt.

Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên wî dixwazim re û xwe bi hevparê xema wan dizanim. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî."