Fuad Onen: Em êrîşa li ser Herêma Kurdistanê wekî êrîşa li ser xwe dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Meclîsa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) Fuad Onen ragihand, ew êrîşa li ser Hewlêrê wekî êrîşa li ser xwe dibînin û tekez kir ku ew amade ne bi xwişk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê re di sengerekî de xwîna xwe tevlî hev bikin. Her wiha da zanîn ku HEVBENDÎ dê îro saet 15:30î li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Endamê Encûmena HEVBENDîyê Fuad Onen tevlî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê biryara Serokwezîrê Iraqê ya li hemberî Herêma Kurdistanê de got: "Her dema lingê Bexdayê bigihe erdê, dixwaze statuya federal a Herêma Kurdistanê têk bibe. Em êrîşa li ser Hewlêrê wekî êrîşa li ser xwe dibînin. Ji bo me Diyarbekir çi be, Hewlêr jî ew e; ji bo Sine, Kirmanşan û Qamişloyê çi be, Hewlêr ew e. Kurdistan yek welat e."

Onen bal kişand ser wê yekê ku divê têkoşîna rizgariya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê hevaheng be û siyaset bi armanca dewletbûnê bê kirin û wiha pê de çû: "Îro li cîhan û herêmê şerekî tund dimeşe û Kurdistan bi her çar parçeyên xwe ve bereyeke vî şerê giran e. Dijminên me, her çar dewletên dagirker, naxwazin em serweriyeke siyasî li ser xaka xwe ava bikin. Ji sedî 45ê xaka Başûrê Kurdistanê di destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de ye; Hikûmeta Iraqê jî niha dixwaze destkeftên Herêma Kurdistanê têk bibe, lê em vê yekê qebûl nakin."

Derbarê karvedanên aliyên Kurdî yên li hemberî biryara Serokwezîrê Iraqê û bandora wan li ser biryarên Bexdayê de, Fuad Onen diyar kir ku miletê Kurd miletekî kevnar e û li ser axa xwe dijî û got: "Dîrokê ti carî tomar nekiriye ku Kurd çûbe axa miletekî din dagir kiribe û rastiya milet û welatê wan ji holê rakiribe. Kurd xwedî ruhekî neteweyî ne û her ku şer dijwar dibe, milet ji ber xwe ve dadikeve kolanan û piştgiriya xwe ji bo her devereke Kurdistanî nîşan dide."

Onen di vê derbarê de sê mînakên berçav anîn ziman û got: "Ya yekem; dema Pêşmerge di sala 2014an de meşiyan Kobaniyê, bi sed hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê li ser rêyan pêşwazî li wan kir. Ya duyem; di sala 2017an de, di dema referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û yên li cîhanê piştgiriya xwe ji bo referandumê nîşan da. Ya sêyem; di Çileya îsal (2026) de, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê derketin û gotin em milet in û rê nadin ti aliyekî ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike."

Onen her wiha tekez kir: "Heke hikûmeta me ya neteweyî û parlamentoya me ya neteweyî ava bibe û bang li me bike, em tev amade ne bên Başûrê Kurdistanê û li hemberî êrîşên dagirkeran têbikoşin."

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) dê îro (Şemî, 28ê Mijdara 2026an) saet di 15:30î de li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo nîşandana piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser wê, civîneke çapemeniyê pêk bîne û bang li gel dike ku tevlî wê bibe.

Derbarê vê civînê de Fuad Onen got: "HEVBENDÎ dê di civînê de helwesta xwe ya li hemberî êrîşa Bexdayê bi zelalî diyar bike. Armanca me ew e ku em parçeyekî Kurdistanê ne û axa her parçeyekî Kurdistanê axa me ye. Serok Barzanî di sala 2017an de amaje bi wê yekê kir ku xwîna pakrewanên her çar parçeyên Kurdistanê di sengerekî de tevlî hev bûye. Niha jî em amade ne xwîna xwe bi xwişk û birayên xwe yên Başûr re di sengerekî de tevlî hev bikin."

Fuad Onen di dawiya axaftina xwe de got: "Em di siyaseta xwe de dirûşma 'Yek e yek e yek e, Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e' wekî referansa xwe ya bingehîn dibînin."