Bi raspardeya Mesrûr Barzanî, sotemenî ji bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê heya dawiya werzê sermayê sotemeniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bişîne.
Pêşewa Hewramanî îro 22ê Çileyê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev pêngav ji bo kêmkirina azarên welatiyên Rojava yên di nava mercên dijwar ên zivistanê de ye. Hewramanî destnîşan kir ku şandina sotemeniyê (mazot û nefta germkirinê) dê mîna pêvajoyeke berdewam be û "heta werzê sermayê bi dawî bibe, dê peydakirina sotemeniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bidome."
Ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî pêngava mezin a duh tê. Duh Çarşemê, 21ê Çileyê, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) mezintirîn karwana alîkariyên mirovî gihandibû Rojavayê Kurdistanê.
Ew karwana alîkariyê ji 67 barhilgirên mezin pêk dihat ku 22 cureyên cuda yên pêdiviyên bingehîn mîna: xurek, derman, alavên bijîşkî, betanî û amûrên germkirinê di nava xwe de dihewandin.
Ji bo birêvebirin û dabeşkirina van alîkariyan bi awayekî birêkûpêk, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetirî 150 karmend û tîmên xwe yên pispor şandine Rojavayê Kurdistanê. Ev tîm niha li herêmê ne û bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar, alîkariyên Herêma Kurdistanê digihînin destê welatiyên hewcedar.