Ciwan Haco: Hewlên Serok Barzanî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê pîroz û dîrokî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan 24, bal kişand ser rewşa metirsîdar a Rojavayê Kurdistanê û rola Serok Barzanî û gelê Başûrê Kurdistanê ya di vê qonaxa çarenivîsî de bilind nirxand.
Hunermend Ciwan Haco destnîşan kir, îro hewldaneke dijwar ji bo qirkirina miletê Kurd di rojevê de ye û got: "Ez vê rojê wekî roja man û nemana Kurdan dibînim. Metirsî ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, lê belê li ser Herêma Kurdistanê jî heye. Lewma divê em bi ruhê yekîtiyê li dijî van gefan bisekinin."
Hunermend Ciwan Haco bi xemgînî behsa dorpêça li ser bajarê Kobanê kir û ragihand, gelê bajêr di nav karesateke mirovî de ne û got: "Xelkê Kobanê bê av, bê elektrîk û bê xurek maye. Rewş gihîştiye astekê ku ji ber sermayê zarok jiyana xwe jidest didin."
Haco bang li welatên herêmî û civaka navneteweyî kir ku ji bo agirbestê bi lez bikevin tevgerê û alîkariyên mirovî bigihînin herêmên dorpêçkirî.
‘Hewlên Serok Barzanî pîroz û dîrokî ne’
Ciwan Haco di daxuyaniya xwe de pesnê helwesta siyasî û mirovî ya Serok Mesûd Barzanî da û hewlên wî yên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê wekî "pîroz û dîrokî" binav kirin. Hunermendê navdar her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi her awayî biratiya xwe û piştgiriya xwe ji bo birayên xwe yên li Rojava nîşan dane.
Hunermendê nîştimanperwer Ciwan Haco eşkere kir jî, wî ji ber vê rewşa awarte hemû xebat û çalakiyên xwe yên hunerî rawestandine û hemû şiyana xwe ji bo parastina xak û miletê xwe terxan kiriye. Haco got: "Îro roja berxwedanê ye. Divê her Kurdek li kîjan derê be, ji bo parastina nasname û hebûna miletê xwe amade be."