Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê axivîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re axivî û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nîqaş kir.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 25.01.2026) bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî.
Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê peywendiya telefonê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşhat û guhertinên dawiyê û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li hev guhertin.