Diktorekî Kobanî: Ji bilî nemana pêdviyên jiyanê, em di nava teroreke derûnî de dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Kobanê ku di salvegera rizgarkirina xwe ya 11emîn a ji DAIŞê de ye, îro bi dorpêçeke giran û metirsiya karesateke mirovî re rûbirû ye. Dr. Bextiyar Midris ku ji nava bajarê dorpêçkirî ji Kurdistan24ê re axivî û rewşa giran a jiyana xelkê eşkere kir û bang li cîhanê kir: "Em di nava teroreke derûnî de dijîn."
Nexweşxane bê derman, zivistan bê sotemenî
Dr. Bextiyar Midris bal kişand ser rewşa awarte ya li bajêr û diyar kir ku sermaya zivistanê barê xelkê girantir kiriye. Dr. Midris got: "Ji ber êrîş û dorpêçê, gelek gund vala bûne û berê xwe dane Kobanê. Mirov li dibistan û qadên giştî penaber bûne. Ne elektirîk heye, ne sotemenî û ne jî xwarin. Di nexweşxaneyan de derman ber bi nemanê ve diçin. Heke ev rewş wiha berdewam bike, em li benda karesateke mirovî ya mezin in."
"Alîkarî têra 2 hezar kesî dike, lê 100 hezar koçber hene"
Li gorî agahiyên ku Dr. Midris dane, karwana alîkariyê ya duh a ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve, tenê têra 2 hezar kesî kir, di demekê de ku zêdetirî 100 hezar koçber li navenda bajêr asê mane. Di vê çarçoveyê de, amaje bi hewlên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê yên gihîştina Kobanê kir û got ku çavê wan li alîkariyê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ne.
Ji salvegera serkeftinê ber bi daxwaza aştiyê
Dr. Midris amaje bi wê jî kir, îro salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê DAIŞê ye û peyameke watedar da: "Xwîna ku li vê axê hatiye rijandin, têra azadkirina herêmên ji Rojavayê Kurdistanê mezintir dike. Em naxwazin ji Sûriyeyê cuda bibin; em tenê dixwazin ev şer raweste û em di aştiyê de bijîn."
Banga li miletê Sûriyeyê: "Werin em bi hev re bijîn"
Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Bextiyar Midris ne tenê bang li hêzên navdewletî, lê bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî li birayên Ereb kir û daxwaz kir ku zimanê şer were sekinandin û bingeha jiyaneke hevpar a aram were avakirin.