Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 133 barhilgirên alîkariyan derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) îro 26’ê Çileyê amarên herî nû ya kar û xebatên xwe yên mirovî yên li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî daneyan, tîmên dezgehê li herêmên Qamişlo, Amûdê û Girkê Legê bi berfirehî alîkarî belav kirine.

150 karmend û 133 barhilgirên alîkariyê

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de hat diyarkirin, zêdetirî 150 karmendên dezgehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne. Ev karmend li ser 12 komên cuda hatine dabeşkirin û her komek li herêmeke cuda xizmetê pêşkêş dike. Her wiha heta niha 133 barhilgirên (TIR) tije alîkariyên mirovî gihîştine herêmê.

Daneyên dawî yên alîkariyên mirovî:

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hûrgiliyên alîkariyên ku gihîştine destê welatiyan bi vî rengî rêz kirin: 

- Malbat û Kes: 7,506 malbat alîkarî wergirtine, ku bi giştî dike 46,421 kes.

- Xizmetên Tenduristiyê: Tîmên tenduristiyê yên gerok 2,115 nexweş derman kirine û serdana 28 dibistanan kirine.

- Xwarina Germ: Heta niha 6,800 danên xwarina germ hatine belavkirin û rojane 3,000 danên din jî tên amadekirin.

- Piştgiriya Dibistanan: Sotemenî (mazot) ji bo 81 dibistan û mizgeftekê hatiye dabînkirin. Her wiha 60 dibistanan 22 cureyên alîkariyê (xwarin, doşek, betanî û hwd.) wergirtine.

- Derfetên Kar: Ji bo 235 kesan derfeta kar a demkî hatiye afirandin.

Dorpêç tê şikandin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi van xebatên xwe hewil dide dorpêça li ser herêmên wekî Kobanî û Cizîrê bişkîne û pêdiviyên sereke yên jiyanê bigihîne destê penaber û koçberên ku ji ber şerê dawî malên xwe bicih hiştine.