Îlham Ehmed: Agirbest nayê bicihanîn û tiştê li Kobaniyê diqewime komkujî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku, ragihandina agirbestê ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve tenê axaftin e û li ser erdê nayê bicîhanîn, herwesa rewşa bajarê Kobaniyê jî wekî komkujî wesif kir.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Duşem, 26.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Îlham Ehmed ragihand: Ragihandina agirbestê ji aliyê Hikûmeta Şamê ve ne bûye sedema pabendbûneka rastîn, belkî êrîşên li ser deverên cuda cuda yên deverên Cizîrê berdewam in û tiştê ku li Kobaniyê jî diqewime komkujî ye.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwesa got: Valahiya di navbera gotara fermî ya hikûmetê û tiştê ku di rastiyê de diqewime de ne tenê berdewam e, belkî berfirehtir jî dibe.
Îlham Ehmed di pareka din a peyama xwe de haydarî da û got: Her pêvajoyeka siyasî heke bi parastina canê sivîlan dest pê neke, ji xeyalekê zêdedetir tiştek nîne.
Berpirsa navbirî bi tundî rexne li helwesta cîhanê kir û got: Bêdengbûna li ser wan tawanên ku tên kirin şkestineka exlaqî ye û civaka navneteweyî berpirsiyarê wê rewşê ye ya ku niha diqewime.