Êrîşî hejmareke bingehên Heşda Şeibî li Iraqê hat kirin

Hejmareke çekdarên Heşda Şeibî / Erşîf
Hejmareke çekdarên Heşda Şeibî / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çend saetên borî de hejmareke êrîşan li ser çend cihên Heşda Şeibî li Bexdayê hat kirin û dengê çend teqînên bihêz jî li deverên cuda cuda hat bihîstin.

Li gorî peyamnêrên Kurdistan24ê li Bexdayê, li devera Keradeyê ya Bexdayê êrîşî bingeha Lîwaya 40ê ya Heşda Şeibî hat kirin. Çekdarên Ensarul Ewfiyayê li wê bingehê bûn û medyaya Iraqî ragihand ku, Ebû Rehîf Qasim hatiye kuştin, ku wekî Ebû Elî jî tê nasîn. Ew serkirde fermandarê sîstema mûşekî ya Lîwaya Bedirê bû.

Peyamnêrên Kurdistan24ê herwesa ji çavkaniyan piştrast kir ku, hejmareke êrîşên din li wî bajarî hatiye kirin. Li deverên Resafe, Nehrewan, nêzîkî Kanala Zeytûnê, Devera Kesk, derdora Balyozxaneya Amerîkayê û bajarê Sedirê jî dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin û dûman jî li asmanê wan deveran bilind bûye. Tevî armanckirina erebeyeke Toyota Prado li başûrê Bexdayê, tê gotin ku berpirsê komeke çekdarî jî tê de hatiye armanckirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Mûsilê got ku, bingeha Seyîduşuhedayê ya Lîwaya 30ê ya Heşda Şeibî hatiye armanckirin. Li gorî zanyaran, ew bingeh bi du mûşekan hatiye armanckirin.

Herwesa peyamnêrê Kurdistan24ê li Enbarê jî got ku, bingeheke hêzên Heşda Şeibî li qezaya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de hatiye armanckirin. Heta niha tu amarên fermî li ser qebareya zirarên canî û madî yên wê êrîşê nehatiye weşandin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.