Li Bexdayê bi dronan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li serê sibeha îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) rûbirûyî êrîşeke bi dronan bû. Ev êrîş çend saetan piştî du êrîşên asmanî li nav cergê paytexta Iraqê hat kirin, ku tê de du endamên Ketîbeyên Hizbulahê ya alîgira Îranê hatin kuştin û yek ji wan jî "kesatiyekî girîng" bû.

Peyamnêrê Ajansa “France Press”ê got ku, serê sibeha îro Şemiyê li asmanê Balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk dûmaneke reş hat dîtin. Rayedarekî payebilind ê ewlehiyê ji wê ajansê re ragihand ku, ew êrîş bi dronan hatiye kirin, lê rayedarekî din got ku ew êrîş bi mûşekan hatiye kirin û yek ji wan li nêzî cihê dadana balafirên nav avahiya dîplomatîk ketiye.

Ji piştî destpêkirina şerê Cotmehê ve, ev cara duyê ye ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê rasterast tê armanckirin.

Berî vê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê jî, du êrîşên cuda li Bexdayê hatin kirin. Saet 2:15 ê şevê xaniyek li devera Ersatê, ku wekî bingeheke Ketîbeyên Hizbulahê dihat bikaranîn, bi mûşekekê hat armanckirin. Di encamê de, kesatiyekî navdar hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşa duyê; Li devera Nehrewanê li rojhilatê Bexdayê, erebeya yek ji endamên Heşda Şeibî (ku girêdayî Ketîbeyên Hizbulahê bûye) hat armanckirin û ew endamê Heşda Şeibî jî hat kuştin.

Ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê Waşintonê ve wekî komeke terorsîtî tê hesibandin, heta niha tu ragihandineke fermî li ser nasnameya wan kuştiyan belav nekiriye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.