Mezlûm Ebdî: Ez spasiya piştgiriya Mesrûr Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê dikim

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî
Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û pê re li ser bizavên aramkirina rewşê û çarenivîsa girtiyên DAIŞê axivî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Duşem, 26.01.2026) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê eşkere kir ku, wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re mijara veguhestina çekdarên DAIŞê yên girtî ji bo Iraqê û bizavên dîplomatîk ji bo binecihkirina aramiyê nîqaş kirine.

Di wê peywendiya telefonî de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser wan bizavan kiriye yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya piştgirîkirina xûşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de bi cih tîne.

Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe yên mezin ji bo wê piştgiriya berdewam diyar kirin, yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê qonaxa hestyar de pêşkêşî wan kirine, ev jî wekî rengvedana canê hevparî û berpirsiyariya neteweyî di van demên dijwar de wesif kir.

Ev peywendiya telefonî ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de di demekê de ye ku, Rojavayê Kurdistanê di bin zexteka giran a leşkerî û mirovî de ye.

Pirsa bi hezaran girtiyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê yek ji girîngtirîn pirsgirêkên dozên ewlehiyê ye ku Iraq, Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navneteweyî li ser dixebitin.

Hevahengiya berdewam a Hewlêr û Qamişloyê di vê qonaxê de ne tenê ji bo çareserkirina dozên ewlehiyê, belkî wekî faktoreka sereke ji bo sivikkirina krîzên mirovî û parastina tenahiya deverên Kurdan tê dîtin.