Pênc rêkxistinên mafên mirovan: Tevî agirbestê li gundên Kobaniyê komkujî hatiye kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Tora Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyeyê bi hevparî bi çar rêxistinên din ên mafên mirovan re di daxuyaniyeka lezgîn de eşkere kir ku, di dema 24 saetên borî de û di dema agirbestê de, li gundên derdora Kobaniyê komkujî hatine kirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, ku duhî (Duşem, 26.01.2026) hatiye belavkirin, komên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşî gundên Xerab Eşk, Şehirbaniye û Qasimiyeyê kiriye. Di wan êrîşan de çekên giran û navincî hatine bikaranîn, gulebaranên berelayî û herwesa biserdegirtina malan jî hatine kirin.
Wan rêkxistinan nasnameyên hejmareka qurbaniyan eşkere kirine ku jin û zarok jî di nav de hene û tevahiya wan jî sivîl in, ku ew jî ev in; Fatma Osman, Cemîla Ehmed Osman, Sûlav Reşo Bozan, Cefer Mihemed Şêx Bozan (zarok), Selwa Mehmûd, Sabirîn Ehmed Elawî (8 salî), Cûdî Ehmed Elawî (14 salî), Mihemed Ehmed Elawî (10 salî), Îbrahîm Ehmed Elawî (5 salî), û keçeka zarok ku keça Mihemed Şêx Bozan e.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, "Ev komkujî di demekê de ye ku agirbest hatiye ragihandin. Ev jî sivkatiyeka xeter e li hember pabendbûna bi erkên exlaqî û qanûnî. Ew rêxistin tekez jî dikin ku, ev kiryar tawanên şer in û bi bername tên kirin.
Tora Kurdî û rêxistinên din (Rêxistina Mafê, Komîteya Kurdî (Rasîd), Rêxistina Rewangeyê û Rêxistina DADê) daxwaz dikin ku, tavilê komîteyeka navneteweyî û serbixwe bê çêkirin, êrîşên li ser Kobaniyê û gundên wê bên rawestandin, rê bi tîmên hawarhatinê û bijîşkî bê dan ku biçin nav wî bajarî û herwesa vekolan bi bikerên wê komkujiyê re jî bê kirin.