Serokê BCF’ê: Em ê di her şert û mercî de li kêleka xelkê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Barzaniya Xêrxwaziyê (BCF) Mûsa Ehmed amarên herî nû ya çalakî û alîkariyên dezgehê yên li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re ragihand. Ehmed destnîşan kir, alîkariyên wan sektorên perwerde, tenduristî û xwarinê dihewînin.

Serokê Serokê Dezgeha Barzaniya Xêrxwaziyê Mûsa Ehmed îro 27ê Çileyê li Qamişlo di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên xebatên mirovî yên li herêmên cuda yên Rojava eşkere kirin. Li gorî amarên dawî, xizmetên dezgehê bi vî rengî ne: 

165 barhilgir û 115 karmend li qadê ne

Li gorî daxuyaniyê, heta niha 165 barhilgirên tije alîkariyên mirovî gihîştine bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê. Ji bo dabeşkirina van alîkariyan, 115 karmendên BCF’ê di çarçoveya 12 tîmên meydanî de bi awayekî hemwext li deverên cuda xizmetê pêşkêş dikin.

58 hezar kes û 22 cureyên alîkariyê

Daneyên dawî nîşan didin ku 9 hezar û 180 malbat (bi giştî 57 hezar û 955 kes) ji alîkariyên cîhêreng sûdmend bûne. Di nav alîkariyan de 22 cureyên wekî xwarin, doşek, betanî û pêdiviyên navmalê hene ku li 82 dibistanan hatine belavkirin.

Sotemenî û xwarina germ

Di sektora enerjiyê de, BCF’ê 145 hezar û 177 lître mazot û neft gihandiye 108 dibistan û 8 mizgeftan. Di heman demê de, 9 hezar û 330 danên xwarina germ li 15 dibistan û 3 mizgeftan hatine belavkirin. Mûsa Ehmed diyar kir ku ew plan dikin rojane 3 hezar danên din ên xwarinê jî amade bikin.

Tenduristî û afirandina derfetên kar

Tîmên tenduristiyê yên BCF’ê û tîmên xwebexş, li 34 dibistanên cuda xizmeta bijîşkî û derman pêşkêşî 2 hezar û 749 kesan kirine.

Ji aliyekî din ve, dezgehê giranî daye piştgiriya aboriya malbatên li herêmê jî. Di vê çarçoveyê de, ji bo 289 kesên li herêmê di pêvajoya veguhastin û belavkirina alîkariyan de derfeta kar a demkî hatiye afirandin.

Di dawiyê de, Mûsa Ehmed tekez kir ku ev xebat beşek ji erkê niştimanî û mirovî yê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ye û ew ê li ser peyama Serok Barzanî ya ji bo piştgiriya lîqewimiyan berdewam bin.