Suad Hiso: Morala me bilind e û piştgiriya Serok Barzanî ji bo me hêzeke mezin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Nivîsîngeha Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê Suad Hiso, derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin êrişan de ji Kurdistan24ê re axivî. Hiso destnîşan kir, tevî hemû zehmetî û êrişan, vîna gelê Kurd û bi taybetî ya civaka Êzîdî gelekî xurt e û morala wan li asteke bilind de ye.
“Em di nav şer de bi moral in”
Suad Hiso diyar kir, gelê herêmê ji bo parastina ax û rûmeta xwe di nava amadebaşiyê de ye û wiha got: “Morala me pir bilind e, ji ber ku vîna me heye. Îro hemû pêkhateyên Kurd li qadan in. Di nav vî şerê giran de, her kes li tax û kolanên xwe xwedî derdikeve û em bi ser dikevin.”
Rewşa koçberan û êrişên li ser taxên Helebê
Hiso bal kişand ser êrişên hov ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Wê eşkere kir ku bi taybetî civaka Êzîdî ya li bajarên wekî Tebqa û Reqayê careke din rûbirûyî koçberiyê bûne û berê xwe dane Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê. Suad Hiso got: “Zarokên me û xelkê me di bin mercên giran de ne, lê em dest ji parastina xwe bernadin.”
Spasiya ji bo Serok Barzanî û BCF’ê
Rêvebera Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê spasiyeke taybet pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî û Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) kir ku di van rojên dijwar de li kêleka wan in. Hiso wiha axivî:
“Em spasiya Cenabê Serok Barzanî dikin. Helwesta wî ji bo hemû Kurdan cihê serbilindiyê ye. Di dema ku ti rêxistinên navdewletî li qadê xuya nakin, tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Qamişlo û Kobanî di nava xizmetê de ne. Wan bi her awayî alîkarî gihandin xwişk û birayên xwe yên koçber.”
“Kurd îro yek in”
Di dawiya axaftina xwe de, Suad Hiso tekez kir ku li herêmê ti cudahî di navbera ol û baweriyan de nîne û îro hemû Kurd bi yek dengî û bi yek vînê li dijî êrişan li ber xwe didin. Herwiha anî ziman ku her kesê li herêmê maye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê tax û malên xwe biparêze.