Xelkê 75 gundên Kobaniyê ji ber bombebaranên Artêşa Sûriyeyê aware bûne
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber êrîşên dronan û topbaranên giran ên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li ser gundên li sînorê Kobaniyê, şêniyên 75 gundan mal û halên xwe hiştine û di rewşeka mirovî ya dijwar de dijîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku, awareyan berê xwe daye navenda bajarê Kobaniyê û gelek ji wan di nav wan dikanan de xwecih bûne yên ku hîn nehatine temamkirin û derî û xeveng jî pê ve nînin.
Diyar Buskê, ku yek ji awareyên gundê Bilkê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew neçar mane ku malên xwe biterikînin ji ber ku gundê wan keftiye ser xeta pêşiyê ya şer. Herwesa bang li civaka navneteweyî jî kir ku, desttêwerdanê ji bo rawestandina wî şerî bike, da ku ew bikarin vegerin ser warê xwe.
Ji aliyekê din ve jî, Rûdî, ku xelkê gundê Dadeliyê ye û ji ber bombebaranan aware bûye, behsa dijwariya jiyana xwe kir û got: Şert û mercên jiyana me pir xirab in. Em bang li civaka navneteweyî û her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku di hawara me bên û piştgiriyê bidin me.
Ev awarebûn jî di demekê de ye ku, piştî êrîşên artêşa Sûriyeyê bo ser taxên Kurdan li Helebê û pêşveçûnên wan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi hinceta “yekkirina axê” li roja 18ê vê mehê û li ser bingeha peymana 10ê Adarê, agirbest hat ragihandin, lê tevî hebûna agirbestê, êrîş û bombebaranên li ser gundên li derdora Kobaniyê berdewam in.