Parlamenterên Ewropayê: Bêdengiya li hember komkujiya Kurdên Rojava hevpariya di tawanê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareka endamên Parlamentoya Ewropayê li ser wê rewşa xeter a ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime di peyamên cuda cuda de haydarî da û ragihand ku, bêdengbûna civaka navneteweyî li hember wan êrîşan manaya hevparîkirina di tawanê de dide û divê Ewropa bi lez desttêwerdanê ji bo parastina wan Kurdan ên ku cîhan ji DAIŞê parastiye bike.

Parlamenterê Ewropayê Jonas Siostet nîgeraniya xwe ya zêde diyar kir ku, Kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên hovane de ne, ne tenê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, belkî ji aliyê komên cîhadî yên tundrê jî ve.

Jonas Siostet herwesa ragihand: Dem dema agirbestê ye. Divê êrîşên li ser Kurdan bên rawestandin û hêz bên vekişandin û biçin ser maseya danûstandinan.

Parlamentera Ewropayê Cecilia Strada jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Rojavayê Kurdistanê dîsa hatiye dorpêçkirin û divê dezgehên Ewropayê niha tevbigerin.

Strada herwesa got: Divê em gelê Kurd biparêzin, wekî ku çawa wan em parastin dema ku li dijî DAIŞê şer dikir û ew dişkandin. Herwesa divê em wê ezmûna kêmpeyda ya demokrasiya xweser li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî biparêzin.

Parlamenterê Ewropayê Daniel Attard jî bi tundî rexne li helwesta civaka navneteweyî kir û ragihand: Em ji bo daxwazkirina helwesteka zelal li vê derê ne. Nayê qebûlkirin ku li ber çavên civaka navneteweyî li dijî Kurdan komkujî bê kirin ji ber ku bêdengiya me dê me bike hevpara wê tawanê.

Daniel Attard tekez jî kir: Nabe ku pereyê Ewropayê biçe di destê rejîmekê de ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê komkuj bike.

Parlamenterê Îtalyayî li Parlamentoya Ewropayê Marco Tarquinio jî amaje da, her êrîşeka li ser Rojavayê Kurdistanê di vê demê de li ser demokrasiyê û li ser hêviyê li Rojhilata Navîn êrîş e, ji ber vê yekê pir girîng e ku Parlamentoya Ewropayê bi cidî bala xwe bide ser xelkê wê deverê.