Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê: Nasname bi tevaya Kurdên Sûriyeyê tê dan

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Sûriyeyê di nivîsareka lezgîn de, ku ji Birêvebiriya Giştî ya Karûbarên Sivîlan re şandiye, biryara bicihanîna biryarnameya hejmar 13 a Çileya îsal derxist, ku li gorî wê hemî bermahiyên serjimêriya sala 1962ê dê bên hilweşandin û nasname dê bi welatiyên Kurd ên şêniyên Sûriyeyê bê dan.

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro (Çarşem, 28.01.2026) di nivîsareka fermî de, ku wêneyekê wê bi dest medyayan keftiye, rênimayên berfireh û lezgîn ji “Birêvebiriya Giştî ya Karûbarên Sivîlan (Nifûs)” şandine, da ku naveroka Biryarnameya Komarî ya Hejmar 13 a sala 2026ê, ku girêdayî çareserkirina pirsgirêka nasnameya Kurdan li wî welatî ye, bi cîh bîne.

Li gorî wê nivîsarê ku îmzeya Wezîrê Navxwe yê Sûriyeyê Lîwa Enes Xetab li ser heye û bi lez hatiye şandin, tekez li ser bicihanîna madeya 4ê ya wê biryarnameyê hatiye kirin û dibêje: Karkirina bi hemî qanûn û rêkarên awarte yên ku encamên serhejmêriya sala 1962ê li parêzgeha Hesekeyê bûn dê bê hilweşandin.

Di pareka din a wê biryarnameyê de hatiye gotin ku divê, "nasnameya Sûriyeyî bi welatiyên bi eslê xwe Kurd ên ku şêniyên Sûriyeyê ne bê dan, tevî hemî cûnên wan, heta yên ku nehatine qeydkirin jî, ew jî bi wekheviya temam di maf û erkan de."

Li gorî xala 7ê ya wê biryarnameyê, Wezîrê Navxwe yê Sûriyeyê ferman li Birêvebiriya Karûbarên Sivîlan kir ku tavilê dest bi amadekirina rênimayên bicîhanînê bike.

Di wê nivîsarê de herwesa hatiye gotin: Hêsankirina rêkaran ji bo xelkê me yê Kurd bi qasî ku mimkin be li ber çav bê wergirtin.

Wezareta navbirî ji bo temamkirina van rêkaran demeka kurt destnîşan kiriye û daxwaz kiriye ku, divê pêngav û rênima herî dereng heta 5ê Şibata 2026ê bên temamkirin û wezaret li ser wê bê haydarkirin.

Ev biryar wekî werçerxaneka dîrokî ji bo Kurdên Sûriyeyê tê hesibandin, ku gelek ji wan ji ber serhejmêriya sala 1962ê ji mafê welatîbûnê hatibûn bêparkirin û wekî "biyanî" an "mektûm" serederî pê re dihat kirin.