NY: Zêdetir ji 170 hezar kesan ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê aware bûne
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî (OCHA) eşkere kir ku, zêdetir ji 170 hezar welatiyan ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê aware bûne. Eşkere jî ku, wan kariye pêdivîtiyên wekî doşek, betanî û alavên germkirinê ji bo nêzîkî 450 hezar kesan û herwesa xwarin û pêdivîtiyên taybet jî ji bo 1.500 zarokan dabîn bikin.
Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî (OCHA) di raporta xwe ya herî nû de eşkere kir ku, zêdetir ji 170 hezar welatiyan ji ber girjî û aloziyên vê dawiyê yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê aware bûne.
Li gorî wê raportê, ji 6ê vê mehê ve, ji ber serhildana şer û pevçûnan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li parêzgehên Heleb, Reqa û Hesekeyê, pêleka berfireh a awarebûnê dever vegirtiye.
Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê haydarî jî daye û ragihandiye: Rewşa mirovî li Kobaniyê pir xirab e û jiyana xelkî li wê derê dijwar bûye, ev jî ji ber dorpêçkirina berdewam a wî bajarî û qutkirina xizmetên bingehîn ên wekî elektrîk, av û xetên înternetê.
Neteweyên Yekgirtî di derheqa bizavên mirovî de jî tekez kiriye ku, tîmên wê li ser gihandina alîkariyan ji bo lêqewimiyan berdewam in. Amaje jî daye ku, ji destpêka vê mehê ve, wan kariye pêdivîtiyên wekî doşek, betanî û alavên germkirinê ji bo nêzîkî 450 hezar kesan dabîn bikin, herwesa xwarin û pêdivîtiyên taybet jî ji bo 1.500 zarokan dabîn kirine.