Mezlûm Ebdî hûrgiliyên rêkeftinê aşkere kirin: HSD wekî "Lîwayên Parastinê" li herêmê dimîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî aşkere kir, ji bo rêgirtina li komkujiya Kurdan, wan bi serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtinek encam daye û li ser parastina herêmê lihev kirine.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 30î Çileyê di hevpeyvîneke taybet de hûrgiliyên stratejîk ên rêkeftina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Ebdî destnîşan kir ku ev gava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin.
Hevdîtina li Şamê: Bi Ehmed Şera re civînek çêbû
Mezlûm Ebdî ragihand, roja 27ê vê mehê, li Şamê bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re civîneke dirêj û hûr pêk aniye. Ebdî diyar kir ku armanca sereke ya vê hevdîtinê gihîştina bi wê rêkeftinê bû ku îro bi fermî hat ragihandin.
Ebdî bal kişand ser rewşa navdewletî û got: "Dema me dît hewildanên navdewletî ji bo rawestandina şer û rêgirtina li komkujiyan ne di asta pêwîst de ne, me biryar da ku em vê rêkeftinê bikin da ku pêşî li qirkirina gelê xwe bigirin."
"Artêş nakeve nav bajarên Kurdan"
Derbarê aliyê leşkerî yê rêkeftinê de, Fermandarê Giştî yê HSDê daxuyaniyên girîng dan û got:
- Artêşa Sûriyê nakeve nav ti bajar an herêmeke Kurdî.
- Bajarên wekî Kobanê û herêma Cizîrê bi temamî di bin desthilat û parastina HSDê de dimînin.
- Tevlîkirina HSDê bo nav artêşê nayê wateya serdestiya artêşê li ser herêmên me, lê belê ev "hevahengiyeke niştimanî" ye.
Rewşa Hesekê û Qamişlo
Ebdî her wiha zelal kir ku wan rê daye hejmareke kêm a leşkerên artêşa Sûriyeyê ku derbasî nav bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin. Lê tekez kir ku ev yek tenê ji bo destpêkirina "pêvajoya tevlîbûn û koordînasyonê" ye. Ebdî got jî: "Erkê van hêzan ne kontrolkirin an birêvebirina herêmê ye; ew ê piştî temamkirina erkên xwe yên diyarkirî ji wir derkevin."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destnîşan kir jî, wan bi vê gava stratejîk rê li ber karesateke mezin girtiye û parastina destkeftiyên gelê herêmê wekî erkê xwe yê sereke pênase kir.
"Tevlîkirina hêzan nayê wateya serdestiya artêşê li bajarên me"
Mazlûm Ebdî daxuyand, li gorî rêkeftinê, artêşa Sûriyeyê li herêmên Kurdî bi cih nabe. Li şûna wê, hêzên HSDê li herêmên Cizîr, Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Kobanê wekî "Lîwayên Hêzên Parastina Sûriyeyê" erkê parastina herêmê bi cih tînin. Ebdî got: "Tevlîkirina hêzan nayê wateya serdestiya artêşê li bajarên me, lê hevahengiyeke niştimanî ye."
Rêveberiya sivîl û saziyên herêmî
Fermandarê Giştî yê HSDê daxuyand ku birêvebirina herêmê dê her di destê danyêrên herêmê de bimîne û saziyên ku heta niha hatine avakirin, wekî xwe berdewam dikin. Derbarê hevahengiyê de ev xal hatin diyarkirin:
- Tîmên hevbeş ji her du aliyan tên avakirin, lê tenê ji bo birêvebirina saziyên sivîl û kargêrî (wekî Parêzgariya Hesekê û Balafirgeha Qamişlo).
- Ev tîm dê bi ti awayî destwerdana karûbarên leşkerî nekin.
- Hemû rêveber û karmendên saziyan dê xelkê herêmê bin.
"Rêkeftin taybetmendiya herêmên Kurdî diparêze"
Ebdî tekez kir ku ev rêkeftin taybetmendiya herêmên Kurdî di warên siyasî, kargêrî, leşkerî, perwerde û çandî de diparêze. Herwiha got: "Her çend ev rêkeftin ne di asta hemû daxwazên me de be jî, lê me karî heta asteke pir baş destkeftiyên şoreşê biparêzin û em vê wekî gavaneke girîng dibînin."
Rewşa Kobanê û dema cîbicîkirinê
Derbarê rewşa Kobanê de, Mezlûm Ebdî ragihand, êrîşên li ser bajêr radiwestin û dorpêça li ser Kobanê tê rakirin. Ebdî derbarê dema cîbicîkirina peymanê de diyar kir, rêkeftin piştî 3 rojan (roja Duşemê) dikeve ware cibicîkirinê. Di vê heyamê de, divê artêşa Sûriyê ji wan deverên ku li ser hatine lihevkirin vekişe û di beramber de HSD jî dê ji hinek xalan paşvekişînê bike.
Tê nûkirin..