Salih Muslim: Hêvîdar im piştgiriya Serok Barzanî bo Rojava berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Encûmena Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand ku, peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê destpêkeka nû ye. Hêvî jî kir ku, piştgiriya Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam be.

Endamê Encûmena Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim îro (Şemî 31.01.2026) li ser hûrgiliyên peymana nû ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de mêvanê geşta nûçeyan a saet 11:00 a Kurdistan24ê bû, ku ji aliyê Ebas Zêbarî ve hat pêşkêşkirin.

"Peyman destpêkeka nû ye"

Wî berpirsê PYDê ew peyman wekî “destpêkeka nû” ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê binav kir û got: Ev peyman encama berxwedana şervanan, alîkariya rayedarên Herêma Kurdistanê û piştgirî û xwenîşandanên gelê her çar parçeyên Kurdistanê bû. Dostên me jî, bi taybetî jî Amerîka û Fransayê jî, rol di îmzekirina wê peymanê de hebû.

Salih Muslim li ser garantiya bicihanîna wê peymanê jî got: Pêştir jî gelek peyman bi Hikûmeta Sûriyeyê re hatine îmzekirin lê berpirsên Şamê pabendî wan nebûne, lê vê carê Amerîka û Fransayê garantiya bicihanîna wan peymanan wergirtiye.

Navbirî eşkere jî kir: Pêştir Amerîka û Fransayê tenê çavdêriya peymanan dikir, lê vê carê cuda ye û wan bi xwe garantî daye. Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi xwe telefona Mezlûm Ebdî kir û jê re got: Wê peymanê îmze bikin. Ez bi xwe garantiya bicihanîna wê didim we.

Aliyê ewlehiyê yê wê peymanê

Endamê Encûmena Serokatiya PYDê li ser binecihkirina hêzan di çarçoveya wê peymanê de jî ron kir: Ew peyman bi wî rengî hatiye kirin ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li cihên xwe yên niha bimînin û ji bo tu cihan venekişin, yanî deverên Kurdî dê di bin kontrola şervanan de bimînin û tu hêzeka Artêşa Erebî ya Sûriyeyê naçe gund û bajarên Kurdan.

Li gorî gotinên Salih Muslim, hejmareka karmend û endamên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo demeka destnîşankirî dê biçe Heseke û Qamişloyê, da ku çavdêriya pêvajoya tevlihevkirina hêzên HSDê û dezgehên hikûmetê bikin; Piştre ew dê derbikevin.

Piştgiriya Serok Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê

Salih Muslim rola rayedarên Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî ya Serok Barzanî di rawestandina wî şerî û ragihandina wê peymanê de bilind nirxand û got: Ez hêvî dikim ku piştgiriya Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam be û ji bo lidarxistina konfranseka neteweyî ya Kurdî bi tevlîbûna hemî alî û hêzên siyasî bixebite. 

Navbirî herwesa got: Par, bi piştgiriya Serok Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê, konferansa yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê hat lidarxistin. Di wê konferansê de, şandeka hevpar a danûstandinan hatiye pêkanîn û di demeka nêzîk de dê biçe Şamê da ku hemî mafên gelê Kurd li Sûriyeya nû garantî bike.

Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şevêdî (În, 30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:

- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.

- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.

- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.

- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.

Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.