Ayşegul Dogan: Di vê qonaxê de çekê herî giring a Kurdan yekrêzî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan pêşwazî li rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê kir û tekez kir, ji bo parastina destkeftiyên Kurdan, yekrêziya navmala Kurdî şertê sereke ye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro 31ê Çileyê, li ser peywenda "Konfransa Aştî û Demokrasiyê" ya li Stenbolê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo peyamnêrê Kurdistan24ê re, helwesta partiya xwe li ser geşedanên dawî yên herêmê û pêvajoya aştiyê eşkere kir.
Piştgiriya bo rêkeftina HSD û Şamê
Ayşegul Dogan derbarê lihevkirina navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de diyar kir, her gava rê li ber şer bigire giring e û got: “Heke ev rêkeftin bibe sedem ku xwîn neyê rijandin û xelk ji cih û warên xwe nebe, ev cihê kêfxweşiyê ye. Divê hemû pirsgirêkên siyasî û civakî bi rêya diyalog û muzakereyan bên çareserkirin, ne bi şer û kuştinê; ji ber ku di şeran de herî zêde sivîl û zarok zirarê dibînin.”
"Yekrêziya mala Kurdan sermayeya me ye"
Dogan bal kişand ser giringiya yekîtiya neteweyî û destnîşan kir, di vê serdemê de mezintirîn hêza Kurdan di yekrêziya wan de veşartî ye. Berdevka DEM Partiyê wiha got: “Divê destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê (Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat) bên parastin. Ji bo maneviya van destkeftiyan, pêdiviya me bi hêz û qewareyeke yekgirtî heye.”
Hewldanên dîplomatîk ên Serok Barzanî
Li ser pirsa derbarê rola Serok Mesûd Barzanî ya di parastina Rojavayê Kurdistanê de, Dogan destnîşan kir ku ew qedrê van hewldanan digirin û got: “Em bi çavekî pir giring û bi rêz ve li hewldanên dîplomatîk ên Serok Barzanî dinêrin. Peywendî û guftûgoyên me yên li ser vê mijarê her berdewam in.”
Rexne li siyaseta Enqereyê: "Aştî bi gotinan nabe"
Derbarê rewşa navxwe ya Tirkiyê û nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê de, Ayşegul Dogan rexne li helwesta hikûmetê girt û diyar kir ku gel ji gefan aciz e. Dogan wiha berdewam kir: “Pêvajoya aştiyê tenê bi gotinan nabe, pêdivî bi pênagvên kirdarî û zemînesaziya civakî heye. Di demekê de ku tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan hebe û salek di ser peyama wî ya dawî re derbas bûbe, mirov nikare behsa aştiyeke rastîn bike.”
Ayşegul Dogan di dawiya axaftina xwe de tekez kir, riya yekane ya çareserkirina pirsê û dabînkirina aramiya herêmî, bidawîkirina siyaseta înkarê û vegera ser mîza diyalogê ye.