Hêzên HSDê ji derdora Helebê vekişîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bicihanîna lihevkirina xwe ya nû ligel Hikûmeta Sûriyeyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji hejmareka gundên stratejîk ên derdora rojhilatê Helebê vekişîn.

Çavkaniyên meydanî îro (Şemî, 31.01.2026) ragihand ku, hêzên HSDê bi tevahî ji her du gundên Şiyûx Fewqanî û Şiyûx Tehtaniyê vekişiyane û ber bi kûratiya deverên din ên wekî Benderê ve çûne. Ev pêngav jî wekî pareka rêkxistina nexşeya leşkerî û bicîhanîna xalên peymana nû tê avêtin.

Li gorî zanyaran, biryar e ku sibe hêzên "ewlehiya giştî" biçin devera Şiyûxê. Armanca sereke ya vê tevgerê jî dabînkirina ewlehî û derfetê ji bo vegerandina wan şêniyan e yên ku ji ber aloziyên leşkerî yên dema borî ji deverên xwe bar kiriye.

Ev guhertinên meydanî bi daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî yên li ser lihevkirineka nû re hevdem in, ku rêyê bi derbazbûna hêzeka sînordar ji "ewlehiya hundirîn" tenê ji bo bajarên Heseke û Qamişloyê dide, di berdêla vekişîna hêzan ji eniyên çend deverên din de.

Niha tenahî bi ser deverê de hatiye, şêniyên wê deverê bi tirs û hêvî li benda saetên bê ne, ji bo piştrastbûna ji binecihbûna ewlehiyê û neqewimîna tu binpêkirinekê ku rewşê ber bi aloziyê ve bibe.

Şandiyê Kurdistan24ê ji bo Rojavayê Kurdistanê Dîlan Barzan jî her îro (Şemî 31.01.2026) got ku, di çarçoveya wê lihevkirina ku hatiye îmzekirin de, hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji şeva borî (În, 30.01.2026) ve dest bi vekişîna ji çeperên li derdora parêzgeha Hesekeyê kiriye.

Şandiyê Kurdistan24ê behsa wê yekê jî kir ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê hêzên xwe vekişandine devera Şedadiyeyê. Amaje jî da ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Çiyayê Qezwanê, li başûrê Hesekeyê, tên binecihkirin.

Çiyayê Qezwanê (Ebdilezîz) li başûrê rojavayê Hesekeyê cihekê erdnîgarî yê stratejîk e û kontrolkirina wî ji aliyê HSDê ve serdestiyeka leşkerî ya zêdetir li ser deverên başûrê wî bajarî dide wê.

Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şevêdî (În, 30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:

- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.

- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.

- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.

- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.

Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.