MSD: Serkeftina rêkeftinê bi mîsogerkirina mafên sivîl û siyasî ve girêdayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê rêkeftina dawî ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir. MSDê tekez kir, nirxandina vê rêkeftinê bi mîsogerkirina mafên welatiyan û vegera bi rûmet a koçberan ve girêdayî ye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro 31ê Çileyê bi daxuyaniyeke nivîskî nêrîna xwe ya li ser geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê aşkere kir. MSDê rêkeftina navbera HSD û Şamê wekî "pêngaveke di rêyeke aloz de" pênase kir ku armanca wê rawestandina şer û pêşîgirtina li zêdebûna anarşiyê ye.

MSDê destnîşan kir ku divê ev rêkeftin ne tenê ji bo birêvebirina encamên şer be, lê divê bibe bingehek bo çareserkirina bingehîn a sedemên krîzê. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Her cure lihevkirinek tenê bi astekê dikare bê nirxandin: Ma heta çi radeyê pabendî parastina sivîlan, dabînkirina mafên medenî û siyasî yên Sûriyeyiyan û mîsogerkirina vegera ewle ya awareyan dibe?”

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir, helwesta wan a piştgiriyê ji bo vê rêkeftinê, ji stratejiya wan a diyalog û çareseriya aştiyane tê. MSDê bang kir ku mentiqa "birêvebirina cografya û şer" bê bidawîkirin û welat derbasî qonaxa "xebata siyasî ya niştimanî" bibe, da ku rê li ber vegera sîstemên otorîter bê girtin.

MSDê bi tundî bikaranîna tundûtûjî û rûbirûbûna leşkerî wekî rêbazek bo çareserkirina nakokiyên siyasî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyerên li peravên Sûriyeyê, Siweyda û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hat gotin ku alozkirina rewşê û paşê kirina rêkeftinên parçebûyî, "reva ji berpirsiyariyê" ye û astengek li pêşiya serkeftina qonaxa veguhêz e.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya xwe de tekez kir, qonaxa niha pêdivî bi avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de heye; di vî çarçoveyê de bal kişand ser giringiya dûrketina ji fitneyan, xurtkirina şerikatiya dîrokî ya Kurd û Ereban, çespandina rola hêzên medenî wekî mîsogeriya yekitiya welat û berdewambûna li ser peywendiyên niştimanî û navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê û parastina azadiyên giştî.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di dawiyê de destnîşan kir ku ev qonax ne dawiya rêyê ye, lê "demeke werçerxanê" ye ku berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê hemû hêzên demokratîk, da ku berevaniyê di ber azadî, rûmet û dadperweriyê de bikin.