Li Îranê teqînek rû da û Amerîkayê jî hişyarî da Supaya Pasdaran
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Bender Ebbas û Ahvazê yên Îranê teqînên mezin rû dan. Îran îdîayên êrîşê red dike, li aliyê din Amerîkayê berî manowrên deryayî hişyariyeke tund da Tehranê.
Li bajarê Bender Ebbas ê Îranê îro 13ê Çileyê teqîneke mezin rû da. Li ser torên civakî dîmenên avahiyeke 8 qatî hatin belavkirin û hat îdîakirin ku bi dron an mûşekan êrîş hatiye kirin. Herwiha hat gotin ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran Elîreza Tengsirî di vê êrîşê de hatiye kuştin.
Îran: Teqîn ji ber gazê ye
Lê belê, medyaya fermî ya Îranê ev îdîa bi temamî red kirin û ragihand, teqîn ne êrîşeke "terorîstî" bû, lê ji ber gazê pêk hatiye. Herwiha nûçeyên derbarê kuştina fermandarê Pasdaran jî wekî "derew" hatin binavkirin.
Li bajarê Ahvazê jî teqîneke din a gazê rû da. Rêveberê Rêxistina Agirkujiyê ya Ahvazê Babek Ribêî ragihand, di avahiyeke 4 qatî de ji ber teqîna gazê 4 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar hatine rizgarkirin.
CENTCOM hişyarî da Îranê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hişyariyeke tund da Supaya Pasdaran ku biryar e roja Yekşemê artêşa Îranê manowreke deryayî ya du rojî li Tengava Hurmuzê dest pê bike.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em daxwaz ji Supaya Pasdaran dikin ku manowrên xwe bi awayekî ewle û profesyonel encam bidin û nebin metirsî li ser çûnûhatina keştiyên bazirganî di avên navdewletî de.”
Amerîkayê tekez kir, Îran mafê wê yê manowran heye, lê hişyarî da ku her cure nêzîkbûna neprofesyonel ligel keştiyên Amerîkî û hevpeymanên wê, dê bibe sedema rûbirûbûnê. CENTCOMê diyar kir ku ew ê li hemberî firîna dronan li ser keştiyên leşkerî yan nêzîkbûna keştiyên bilez "nermiye" nîşan nedin.
Ev hişyariya Amerîkayê di demekê de ye ku keştiya mezin a firokehilgir USS Abraham Lincoln niha di avên herêmê de ye û çavdêriya tevgerên Îranê dike.